Îmarat.. Ehmed El-Şeri’ û Mihemed Bin Zayid Al Niheyan Civiyan

Îmarat.. Ehmed El-Şeri’ û Mihemed Bin Zayid Al Niheyan Civiyan
Îmarat.. Ehmed El-Şeri’ û Mihemed Bin Zayid Al Niheyan Civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ û serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Niheyan Civiyan.

Îro Yekşemê, Ehmed El-Şeri’ li gel şanda pê re bi seredanekê gihişt Îmaratê, û ev seredana wî ya duyemîn e bo welatekî Kendavê ku berya niha çûbû Si'ûdiyê jî.

Piştî gihiştinê bo Îmaratê, serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ û serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Niheyan li Ebû Debî civiyan.

Berya wê jî, wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî dabû zanîn ku berê wan li Îmaratê ye, û ew hewla "bihêzkirina pêwendiyên biratî û hevkariyê dikin ji bo xizmeta berjewendiyên miletên Sûriyê û Îmaratê".