Bersivdana Sûriyê banga pêşkêşkirina alîkariya bilez ji bo debiderên Bakurê Rojavayê Sûriyê dike

Bersivdana Sûriyê banga pêşkêşkirina alîkariya bilez ji bo debiderên Bakurê Rojavayê Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê banga pêşkêşkirina alîkariya bilez ji bo debideran li kamp û niştecihên nefermî li Bakurê Rojavayê Sûriyê kir.

Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber barîna zêde ya baranê li deverê ji destpêka salê ve, rêjeya 35% ji derbiderên ku di kamp û niştecihên nefermî de dijîn rastî ziyanan hatin.

Amaje bi wê yekê kir, ku piraniya rêxistinên mirovî tu pêdviyên zivistanê pêşkêş nekirine, hevdemê kêmbûna zêde di piroseyên bersivdana mirovî bo qerebûkirina ziyanan a ku negihîştiye 7%.

Tîmê ji hemû rêxistin, desteyên mirovî û aliyên ku alîkariya mirovî pêşkêş dikin xwest pêdviyên debideran di kampan de bi şêweyekî gîştî dabîn bikin û şaşiyên bere dubare nekin û li benda karesatan nebînin ta dest bi piroseyên bersivdanê bikin.

Li gorî amaran, ji ber barîna baranê, zêdetirî hezar konî û bi hezaran debider ji destpêka salê ve li kampên Bakurê Rojavayê Sûriyê rastî ziyanan hatine.