Berpirsekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin
Welat TV - Hewlêr
Hêzên ewlekariyê yên hikûmeta veguhêz a Sûrî encamderekî binpêkirinan dermafên mirovan de li Laziqiyê girt.
Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûrî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ewlekariya Laziqiyê tawankarê bi navê Irwa Silêman ku berpirsê grûpeke çekdar a Rêjîma Esed a hilweşiyayî bû, girt.
Wezaretê diyar kir ku Silêman di serdema Esed de, tawan li dijî sivîlan encam dabûn, û sala 2019an li gel grûpa xwe beşdarî di hilmeta leşkerî de li ser deverên di bin kontirola opozisyona Sûrî de kir.
Li gorî daxuyaniyê, Silêman Adara bûrî jî beşdarî di êrîşên li ser xalên hêzên ewlekariyê de li Berava Sûriyê kiriye.
►Her weha bixwîne: Efserekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin