Daxuyaniya dawîn a Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi dawî bû.
Konfiransê daxuyaniya dawîn, li ser nerîna hevbeş belav kir, tê de behsa hejmarke xal kir.
*Xalên nerîna siyasî ev in:
*Çareserkirineke dadmend û giştgir ji doza Kurdî, di Sûriyayeke pireng bi nasnamey xwe ya netewî, olî û rewşenbîrî.
*Parastin Mafên gelê Kurd di destûrê de.
*Mafên jinan werin parastin û di hemû dezgehên siyasî û civakî de beşdar bin.
Daxuyaniyê diyar kir ku Ev xal û daxwaz dê bibin bingeh ji bo diyaloga niştîmanî çi di navbera partiyên Kurdî de be, çi jî li gel rêveberiya nû ya Şamê be.
Daxuyaniyê tekez kir ku dê kar li ser damezrandina Sûriya nû ji hemû welatî û pêkhateyên xwe ava bike.
*Şandeke Kurdî hevbeş
Di dawiya de, konfiransê biryar da ku şandeke Kurdî hevbeş were damezrandin û di zûtirîn dem de kar li ser wergerandina xalên nerîna siyasî li ser erdê bi cî bike.