Serokê ENKSê: Me Nenavendî ji bo hemû deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxwaz kiriye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl di hevdîtineke taybet de li gel Welat TV got Konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî rojeke dîrokî bo miletê Kurd e.

Serokê ENKS da zanîn ku "Konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî piştî hewl û danûstandinên berdewam ên ENKS û PYD hat".

Mihemed Ismaîl da zanîn, "Konfirans bi piştgiriya Herêma Kurdistanê, Mezlûm Ebdî, Emerîka û Fransa bû. Ev gav bi piştgirya Serok Barzanî û alîkariya Emerîka û hevpeymanan hat".

*Rêkeftina HSD û Ehmed El-Şeri´

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl ameje kir "Tu pêwendiya me li gel rêkeftina HSD û Hikûmeta Veguhêz tune ye ji ber ku em ne beşek ji Rêveberiya Xweser in".

"Standina mafên Kurdan ne li dijî mafên tu kesî ye"

Serokê ENKS diyar kir, "Hikûmeta nû ne li dijî me ye û hêvî li ser helwestên wê yên erînî ava dibin, ta ku dergehên diyalogê vekirî bin em ne neçar in bibin opozisyon ji ber ku standina mafên Kurdan ne li dijî mafên tu kesî ye. Her weha Lezkirina bi çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê ji berjewendiya Hikûmeta Sûriyê ye.

Daxwazên konfiransê

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl behsa hejmarek daxwazên konfiransê eşker kirin:

*Sûriya piralî û nenavendî bo hemû pêkhateyan

*Nenavendî ji bo hemû deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

*Zimanê Kurdî li Sûriyê bibe fermî

*Parastina kultur, dîrok, û çanda Kurdî.

*Newroz bibe cejneke niştîmanî

*Şehîdên serhildana 12 Adarê werin bibîranîn

*Ola Êzidî li Sûriyê bibe fermî