Hikmet El-Hicrî: Em ne girûpên dervî yasayê ne û baweriya me bi Hikûmeta Şamê nemaye

Hikmet El-Hicrî: Em ne girûpên dervî yasayê ne û baweriya me bi Hikûmeta Şamê nemaye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Rûhî yê Durziyên Sûriyê Hikmet El-Hicrî di daxuyaniyekê de kiryarên Hikûmeta Şamê şermezar kir û ew bi encamdana komkujî û tawanan tometbar kir.

Serokê Rûhî yê Durziyên Sûriyê Hikmet Hicirî got "Durziyan parastina xwe li dijî komkujiyên Tayîfî kiriye û ew binavkirina wan weke girûpên dervî yasayê red dikin".

Hicirî got jî, "5 meh li ser hilweşîna Rêjîma Esed re derbas bûne û hîn tu gav ji bo hevparî û dadweriyê di Sûriyayeke nenavendî medenî de nehatine avêtin".

*Bawerî nemaya 

Serokê Rûhî yê Durziyan tekez kir, "Baweriya wan bi Hikûmeta Şamê nemaye, ji ber ku ev hikûmet miletê xwe bi rêya grûpên tundrew re dikuje. Hikûmeta Şamê bi mêjiyekî Tayîfî hizir dike û rastpyê tu caran nabêje".

*Bang li Civaka Navdewletî dike 

Serokê Rûhî yê Durziyên Sûriyê ji "Civaka navdewletî xwest ku destêwerdaneke bilez ji bo parastina Durziyan bike û hêzên navdewletî derbasî ser hêlê bibin. Her weha paşguhkirina ji kiriyarên Hikûmeta Şamê re bi dawî were".

El-Hicrî tekez kir, "Paşguhkirina ji bûyerên ku li Beravê çêbûn hişt ku hemû pêkhateyên din têkevin di metirsiyê de û ji ber vê yekê ew alîkarî û destêwerdaneke navdewletî bilez dixwazin da ku ew bûyer li deverên din dubare nebin".