Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê banga piştgirî û parastina rojnamevan dike

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê banga piştgirî û parastina rojnamevan dike

Welat TV - Hewlêr

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê bi bûneya Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê daxuyaniyek belev kir û got, hîn rewşa rojnamegeriyê li Sûriyê rastî astengiyên metrsîdar tê.

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê, ji bo piştgiriya rojnamevanan li Sûriyê û parastina wan.bang li dezgehên navdewletî yên peywendîdar kir.

Diyar kir, tevî astengiyan rojnamevanên Kurd û yên Sûrî xebatê ji bo gihandina dengê xelkê û belgekirina binpêkirinan dikin.

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê, piştgiriya xwe bo hemû hevkarên girtî û windabûyî nîşan da û banga serbestberdan û eşkerekirina çarenivîsa wan kir, di destpêkê de rojnamevanê Kurd Ferhad Hemo ku ji dawiya sala 2014an ve çarenvîsa wî ne diyar e.

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê her weha bang li dezgehên navdewletî yên peywendîdar kiri ku hewlan zêde bikin ji bo piştgiriya rojnamevanên serbixwe li Sûriyê û parastina wan dabîn bikin.