Piştî 14 salan yekem geşta esmanî ji Urdunê gihişt balafirxaniya Helebê

Piştî 14 salan yekem geşta esmanî ji Urdunê gihişt balafirxaniya Helebê

Welat TV - Hewlêr 

Piştî 14 salên rawestiyanê, yekemîn balafira rêwiyan a Urdinê gihişt balafirxaneya Helebê ya Navdewletî.

Îro 6ê Gulanê 2025an, bi fermî yekem geşta Esmanî ji Urdunê gihişt balafirxaniya Helebê. 

Li gorî kanala El-Memleka di Adara bûrî de geştek weke ezmûn hatibû pêkanîn ew jî ji bo amadekariya destpêkirina geştên bi fermî bû. 

Di 18 Adarê de balafirxaneya Helebê dest bi kar kir, û yekem balafir ji balafirxaneya Şamê gihişt balafirxaneya Helebê.