Rojnameya "Haartz" a Israîlî: Berpirsên pilebilind ên Sûriyê serdana Israîlê kiriye

Rojnameya

Welat TV - Hewlêr

Rojnameya "Haartz" a Israîlî da zanîn ku berpirsên pilebilind ên Sûriyê serdana Israîlê kiriye.

Rojnameyê da zanîn ku serdan di Nîsana 2025an de hatiye encamdan, bi şêweyekî nihênî bû û du rojan berdewam kir.

Rojnameyê diyar kir ku bi navbênkariya Îmaratê, ew serdan hatiye encamdan, û rêyeke nû ji peywendiyan vekir.

Rojnameyê got jî, ku hevdîtin ne ji bo rêkeftineke aştiyê yan asayîkirina peywendiyan bû, lê belê ji bo hemahengiya rasterast û vekirina têkiliyan bû. 

Di hevdîtinê de, doseyên girêday hebûna hêzên Îranî li Sûriyê, û kontrolkieina operasyonên leşkerî yên Israîlê li hundir xaka Sûriyê hatin gotûbêjkirin. 

Li gorî rojnameyê nûnerên Sûriyê yên ku serdan kirine ji bazneya ewlehî ya nêzîkî serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz e.