Qamişlo.. Panêlek bi navnîşana "Kurd û Guhertinên Siyasî li Sûriyê" bi rê ve çû

Qamişlo.. Panêlek bi navnîşana
Qamişlo.. Panêlek bi navnîşana "Kurd û Guhertinên Siyasî li Sûriyê" bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Li Qamişlo panêlek bi navnîşana "Kurd û Guhertinên Siyasî li Sûriyê" bi rê ve çû, û behsa giringiya yekrêziya Kurdî hate kirin.

Her yek ji "Fêsel Yûsif berdevkê Fermî yê ENKS, Sema Begdaş Endama desteya Serokatiyê ya PYD, Mîdas Ezîzî serkirdeyê partiya Pêşverû û siyasetmedar Se'dedîn Mela" beşdarî panêlê bûn.

Di wê panêlê de behsa giringiya Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û giringiya wê ji bo pêkanîna daxwazên miletê Kurd li Sûriyê,her weha mîkanîzma diyalogê li gel Şamê hate kirin.

*Fêsel Yûsif: Divê yekhelwest were parastin
 
Di çarçoveya beşdariyê di panêlê de, Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Fêsel Yûsif tekez kir ku piştî Konfiransa Yekrêziyê, "ya giring û sereke avakirina baweriyê û parastina yekrêziyê ye".

Derbarî Şanda hevbeş a ku wê biçe Şamê, Fêsel Yûsif got ku : "Cara yekemîn e ku Şand dê deriyekî veke û li ser asteke bilind danûstandinan derbarî doza Kurdî li Sûriyê bike. Şanda Kurdî ya hevbeş dê bibe bingehek ji tiştên firehtir re.