Fîdan: Bicîkirina biryara hilweşandin û çekdanîna PKKê dê sûdê li pêşeroja deverê bike

Fîdan: Bicîkirina biryara hilweşandin û çekdanîna PKKê dê sûdê li pêşeroja deverê bike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyî Hakan Fîdan da zanîn ku bicîkirina birayara hilweşandin û çekdanîna PKKê dê sûdê li pêşeroja deverê bike.

Fîdan ev yek îro di kongireke rojnamevanî de piştî civîna sêalî di navbera Sûriyê, Turkiyê û Urdinê de li ser asta Wezîrên Derve ragihand û got jî ku “hebûna YPGê li Sûriyê gef e li ser Turkiyê”.

Hakan Fîdan diyar kir ku hin gavên piraktîk piştî biryara PKKê ya xwehilweşandinê mane û ew ê ji nêzîk ve wan gavan bişopînin.

Li gorî Fîdan, “biryara PKKê ya xwehilweşandinê biryareke dîrokî û girîng e ji bo aştî û aramiya herdem li deverê”.

*Her weha bixwîne: El-Şeybanî rêkeftina Turkiyê û PKKê pîroz kir