Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'

Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'

Welat TV - Hewlêr

Civîna serokê Emerîka Donald Turmp û serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' li Siûdiyê dest pê kir.

Ajansa Anadol ragihand ku serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan bi rêya vîdiyo beşdariyê di civîna Trump, Bin Selman û El-Şeri' de dike.

Civîn li Riyada paytexta Siûdiyê bi rê ve diçû.

*Di civînê de, Trump ev daxwaz ji El-Şeri' kirin:

*Alîkariya Emerîka bikin ji bo qedexekirina vegera rêxistina DAIŞê

*Berbirsayetiya navendên girtiyên DAIŞê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê li xwe bigirin

*Li ser rêkeftina Ibraham li gel Israîlê Îmze bike

*Ji hemû terorîstên biyanî re bêje bila ji Sûriyê derkevin

*Terorîstên Felestînî ji Sûriyê derxin