Wezîrên Derve yên Emerîka, Turkiyê û Sûriyê li Turkiya civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên Derve yê Emerîka Marko Rubio, Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê dervê yê hikûmeta veguhêz a Sûrî Es´ed El-Şeybanî li bajarê Antaliya li Turkiyê civiyan.
Civîna her sê wezîran îro li Antaliya dest pê kir, Wezareta Derve ya hikûmeta veguhêz a Sûrî da zanîn ku ev civîn ji bo gengeşekirina hûrgiliyên rakirina sizayên Emerîkî ji ser Sûriyê her weha başkirina peywendiyan di navbera Şam û Waşingtonê de ye.
Derbarê civînê de, duh Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan got ku civîn dê behsa kar li ser çawaniya bicîkirina lihevkirinên civîna Trump, Bin Selman, El-Şeri' û Erdogan, bike.
Ev civîn tê, piştî ku Serokê Emerîka li Siûdiyê da zanîn ku ew ê sizayên Emerîkî ji ser Sûriyê rake û dê Wezîrê Derve yê Emerîka li gel yê Sûriyê li Turkiyê bicive.
*Her weha bixwîne: Daxwazên Turmp ji Ehmed El-Şeri'