Nûnerê MSDê li Siwêdê hat girtin
Welat TV - Hewlêr
Nûnerê MSD li Swêdê Şiyar Elî li gel karmendekî din di Wezareta Derve de hatin girtin.
Malpera Gefle Dagblad da zanîn ku bi tometa tawaneke girêdayî bi serederiya nerewa li gel zanyariyên nihênî, siyasetmedar Şiyar Elî û karmendekî din ê pilebilind di wezareta Derve ya Siwêdî de hatin girtin.
Dadwerê giştî di daxuyaniyekê de diyar kir ku lêpirsîn berdewam in, û girtina wan bi tu doseyên berê re ne girêdayî ye lê bi mijara ewlehiya Siwêdê ve girêdayî ye.
Şiyar Elî Endamê partiya Naverast a Siwêdî ye, û nûnerê MSD li welatên Siwêd, Nerwîc, Danîmark û Fenlenda ye.
Heta niha ne Rêveberiya Xweser ne jî MSD tu daxuyanî nedane.