El-Şeri’ biryara avakirina komîtên Dadweriya Veguhêz û Windabûyan derxist

El-Şeri’ biryara avakirina komîtên Dadweriya Veguhêz û Windabûyan derxist
El-Şeri’ biryara avakirina komîtên Dadweriya Veguhêz û Windabûyan derxist

Welat TV - Hewlêr

Di 2 biryarên cuda de, Serokatiya Sûriyê avakirina 2 komîtên serbixwe ji bo "Dadweriya veguhêz û Windabûyan" ragihand.

Li gorî biryara Serokatiyê ya jimare "20" Komîta Niştîmanî ya Dadweriya veguhêz hate avakirin.

Di deqa biryarê de hatiye ku ji ber baweriyê bi giringiya pêkanîna dadweriya veguhêz weke bingeheke sereke ya avakirina dewleta yasayê, gerentîkirina mafên qurbaniyan û pêkanîna lihevhatina niştîmanî ya giştgir, ev komît hate avakirin.

Siyasetmedar û mafnasê Sûrî "Ebdulbasit Ebduletîf" ku berê rêvebirê Devera Qamişlo bû, weke serokê Komîta dadweriya veguhêz hatiye destnîşankirin.

►Erkên Komîta Dadweriya Veguhêz

Di derbarê erkê vê komîtê de, deqa biryara Serokatiyê dibêje, erkê wê eşkerekirina rastiyê ye derbarî binpêkirinên rêjîma hilweşandî, û lêpirsîn û sizadana berpirsên wan bi hemahingî li gel aliyên pêwendîdar.

Her weha "çareserkirina ziyana li ser qurbaniyan û çespandina pirensîpên lihevhatina niştîmanî".

*Komîta Niştîmanî ya Windabûyan

Li aliyekî din û li gorî biryara Serokatiyê ya jimare "19", Komîta Windabûyan hate avakirin.

Mihemed Rîda Celxî ku endamê komîta dariştina reşnivîsa ragihandina destûrî bû, weke serokê Komîta Windabûyan hatiye destnîşankirin.

►Erkên Komîta Windabûyan

Di derbarê erkê vê komîtê, deqa biryara Serokatiyê dibêje ku ev komît dê li çarenvîsa windabûyî û windabûyên neçarî bigere û hejmaran belge bike, û bingeheke datayan a niştîmanî ava bike.

Her weha dê "piştgiriya yasayî û mirovî pêşkêşî malbatên wendabûyan bike".