Serokê ENKSê: Bê çareserkirina doza Kurdî aramî li Sûriyê peyda nabe
Welat TV - Hewlêr
Çalakiyên Korbenda "Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê" li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çûn.
Çalakî bi amadebûna serkirdeyên ENKS û "Rêveberiya Xweser", partiyên din, kesayetiyên serbixwe û nûnerên sazî û civaka sivîl li dar ketin.
*Gotara ENKSê
Di merasîman de gotar hatin pêşkêşkirin, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl got: Bê çareserkirina doza Kurdî aramî li Sûriyê peyda nabe, divê Sûriya bo hemûyan be, li ser bingeha demokratî, piralî, pirnetewî û dadperweriyê be.
*Nameya me li ser bingeha aştiyê ye
Ismaîl da zanîn "Destê me ji hemû aliyan re vekirî ne, nameya me li ser bingeha aştiyê ye dûr ji şer, alozî û nakokiyan e, em amade ne bi her aliyekî re diloyagê bikin".
*Divê hikûmet baweriya Sûriyan bi xwe bîne
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl got jî "Ji dema ketina Esed ve heta roja îro dilgiranî li nav Sûriyan çêbûye, ji kongira niştîmanî, ragihandina destûrî û heta îro, divê hikûmet kar li ser wê yekê bike ku baweriya Sûriyan bi xwe bîne".
*Parastina mafên hemûyan
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl tekez kir ku "Divê mafên hemûyan parastî be, tu aliyekî neyê paşguhkirin û dûrxistin".