Grûpên çekdar ên Filestînî ji Sûriyê derdikevin
Welat TV - Hewlêr
Piştî hevdîtinên nehînî di navbera berpirsên hikûmeta Şamê û Israîlê de, êdî fermandarên grûpên çekdar ên Filestînî ji Sûriyê derdikevin û berê xwe didin welatên din.
Fermandarekî grûpeke çekdar a Filestînî, ku ji Şamê derketiye û nasnameya xwe diyar nekir, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî re got ku piştî hilweşîna Rêjîma Esed û hatina desthilata nû li Sûriyê, piraniya fermandarên grûpên çekdar ên Filestînî ku Îranê piştevaniya wan dikir ji Sûriyê deketin û berê xwe dan welatên din weke Libnanê.
Li gorî wî fermandarî, grûpên çekdar ên Filestînî piştî ketina Esed hemû çekên xwe radestî desthilata nû ya Sûriyê kirin.
*Rola wan nema
Nişteciyên Kampa Yermûk jî behsa derketina Grûpên çekdar ên Filestînî ji Sûriyê dikin, li gorî wan “êdî ne rola wan a leşkerî maye û ne jî ya siyasî”.
Meha bûrî jî, Ajansa Nûçeyan a Elmanî da zanîn ku hêzên Sûrî berpirsê “Tevgera Cîhad a Filestînî” Xalid Xalid û berpirsekî din ê tevgerê girtin.
Ajansa Elmanî diyar kir ku girtina wan berpirsan hat piştî kêmtirî 48 demjimêran ji serdana serokê Filestînê Mehmûd Ebas bo Sûriyê.
*Hevdîtinên nehênî
Ev bûyer tên, hevdemê hevdîtinên nehênî di navbera berpirsên Israîlî û Sûrî li Îmaratê ku li gorî Rojnameya Yedioth Ahronoth, “Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ ji Israîlê xwestiye ku demekê bide wî ta ku rewşê li hundirê Sûriyê kontirol dike”.
Li gorî Rojnameyê, aliyê Sûriyê daye zanîn ku “tu berjewendiyên wan ji nakokiyên bi Israîl re tune ne”.
Di mehên bûrî de, Israîlê hejmarek navendên “Tevgera Cîhad a Filestînî” li Sûriyê bombebaran kirin her weha serokê Emerîka Donald Trump li Siûdiyê ji serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ xwest ku “terorîstên Felestînî ji Sûriyê derxe”.