Qurbanî hene.. DAIŞê êrîşî otombîleke HSDê kir

Qurbanî hene.. DAIŞê êrîşî otombîleke HSDê kir

Welat TV - Hewlêr

Otombîleke HSDê li ser rêya Reqa – Girê Spî li gundewarê Reqayê hate teqandin û qurbanî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn şaneyek rêxistina DAIŞ a terorîst êrîşek li dijî hêzên HSDê encam daye, lê ne diyar e ku otombîl bi rêya mayîn an mûşekan hatiye teqandin.

Di wê êrîşê de, 3 endamên HSDê canên xwe ji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye her weha ziyan gihîştin barhilgirekê.

Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka salê ve, şaneyên DAIŞê 104 êrîş li deverên di bin kontirola HSDê de encam dane, tê de 5 sivîlan û 27 endamên HSDê canên xwe ji dest dane.