Şandiyê Emerîka li gel Trump û Rubio doseya Sûriyê gotûbêj kir

Şandiyê Emerîka li gel Trump û Rubio doseya Sûriyê gotûbêj kir
Şandiyê Emerîka li gel Trump û Rubio doseya Sûriyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack li gel Trump û Rubio karûbarên Rojhilata Navîn ên girêdayî Sûriyê û Turkiyê gotûbêj kirin.

Tomas Barrack li ser tora "X"ê ev yek ragihand û got ku ew li Koşka Spî li gel Serokê Emerîka Donald Trump û wezîrê Derve Marko Rubio civiya.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê got: "Ew tekez dikim ku dîtina Trump û bicîkirina Rubio ne tenê pir e bi hêviyê, lê pêkanîna wê jî pêkan e".

Barrack di dawiya Gulana bûrî de û piştî destnîşankirina wî weke şandiyê Emerîka bo Sûriyê, seredana Şamê kiribû û li gel Serokê Sûriyê bo Qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' û wezîrê Derve Es'ed El-Şeybanî civiyabû.

►Her weha Bixwîne.. Barrack: Trump dixwaze Sûriyê weke welatekî ku piştgiriya terorê nake ragihîne