Artêşa Israîlê: Me endamekî Hemas li Sûriyê armanc kir

Artêşa Israîlê: Me endamekî Hemas li Sûriyê armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Israîlê ragihand ku wan endamekî tevgera Hemas li Sûriyê armanc kir.

Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got, îro 8ê Hezîranê li devera Bexçeyê Bêt Cin li başûrê Sûriyê, endamekî tevgera Hemas armanc kir.

*Bi dronekê hatiye armanckirin 

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan diyar kir ku droneke Israîlê otombîlek li devera Bêt Cin li gundewarê Şamê armanc kir û di encamê de kesek birîndar bû û bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

*Êrîşên Israîlê

Beriya çend rojan, Balafirên Israîlê hejmareke xal û baregeh li Başûrê Sûriyê û Şamê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 3 Hezîranê  balafirên Israîlê hejmareke xal û baregeh li Til El-Şear, Til El-mal, Fewca 175, Fermandariya Lîwa 90 li parêzgeha Quneytera bombebaran kirin. 

Rewangehê da zanîn ku li gundewarê Şamê paytexta Sûriyê jî hin xal û baregeh weke gundewarê bajarokê Se´se´ û gundewarê lîwa 121 û nêzîkî bajarokê Kenakir hatin bombebarkirin.