Du welatiyên Çil Axa ji ber pîsbûna hewayê canên xwe ji dest dan
Welat TV - Hewlêr
Du welatiyên Kurd li gundekî bajarokê Çil Axa yê Rojavayê Kurdistanê ji ber pîsbûna hewayê canên xwe ji dest dan.
Jêderekê ji Welat TV re îro got: Nayif Remo Osman û hevjîna wî Şukriya Ebdo ji ber pîsbûna hewayê di encama karkirina jeneratoreke eliktîkê de li gundê Helaq yê ser bi Çil Axa ve şeva borî canên xwe ji dest dan.
Serbar kir, termên wan niha li nexweşxaneya Elselam li bajarê Girkê Legê li benda pizîşkê dadwerî ne.
Deverên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola HSDê de ji ber armanckirina Turkiyê ji jêrxaneyan re di dema dawiyê de ji eliktrîkê bêpar in, lewma welatî neçar dibin jeneratoran ji bo dabînkirina eliktrîkê bi kar bînin.