Artêşa Israîlê: Me hejmarek endamên Hemas li devera Bêt Cin a Sûriyê girtin

Artêşa Israîlê: Me hejmarek endamên Hemas li devera Bêt Cin a Sûriyê girtin

Welat TV – Hewlêr

Artêşa Israîlê îro 12 Hezîrana 2025an, ragihand ku wan di operasyonekê de li Sûriyê hejmarek endamên Hemas girtine.

Artêşa Israîlê di daxuyaiyekê de got, wan operasyonek li devera Bêt Cin li başûrê Şamê encam da û hejmarek endamên Tevgera Hemas ku hewla handanê ji bo pilanên terorî li dijî Israîlê dikirin, girtin.

li gorî Artêşa Israîlê, li wê deverê birek çek û embarên teqemeniyan jî hatine dîtin. 

Rewangeha Sûrî daye zanîn, ku artêşa Israîlê operasyonek li devera Bêt Cin encam da û 7 kes girtin.

Heman jêderê got jî ku di wê operasyonê de artêşa Isarîlê kesek gulebaran kir û di encamê de hate kuştin. 

"Me endamekî Hemas li Sûriyê armanc kir"

Di 8ê Hezîranê de Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got, li devera Bexçeyê Bêt Cin li başûrê Sûriyê, endamekî tevgera Hemas bi dronan armanc kir.