Axios: Netanyahu guh dide danûstandinê li gel Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Berpirsekî Israîlê dibêje ku serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu guh dide danûstandinê li gel Hikûmeta Sûriyê bi navbênkariya Emerîka.
Wî berpirsê Israîlê ji malpera "Axios" ya Emerîkî re daye zanîn ku Netanyaho ev yek ji şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack re gotiye.
Her weha got ku armanca Netanyahu ew e ku bigihe hejmarek rêkeftinên nûkirî li ser bingeha rêkeftina sala 1974an, ta gihiştinê bo rêkeftineke aştiyê di navbera Israîl û Sûriyê de.
Li aliyekî din, berpirsekî Emerîkî ji "Axios" re gotiye ku Israîlê hêlên xwe yên sor derbarî Sûriyê ji Barrack re diyar kirine, ji wan jî: "Divê bingehên Turkiyê li Sûriyê nebin û Hizbulaha Libnanî dubare li Sûriyê belav nebe, û her weha başûrê Sûriyê bibe devereke bê çek".