Barrack: Komkujiyên Pasdaran li Sûriyê şûnbirînên kûr di wijdana mirovatiyê de hiştin
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack got ku komkujiyên Pasdarên Îranê li Sûriyê "şûnbirînên kûr di wijdana mirovatiyê de hiştin".
Barrack ev yek îro Şemiyê 14ê Hezîranê, di belavokekê de li ser pilatforma "X"ê got û ew komkujî bi "hovan e" bi nav kirin.
Her weha got ku banga Trump ji serkirdeyên Pasdaran re derbarî girêdana rêkeftinê ji bo rawestandin komkujiyan "hêviyekê çêdike".
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê got jî ku "deplomasî derfeta dawîn e ji bo rawestandina stemkariya wan û rizgarkirina miletê Îranê, beriya zêdebûna rijandina xwînê".
►Her Weha Bixwîne.. Trump bo Îranê: Rêkeftinê girê bidin beriya jidestdana her tiştî
The IRGC’s brutal killings in Syria scar humanity. President Trump’s call to its leaders—“make a deal to end the slaughter”—offers hope. Diplomacy is the last stop to curb their tyranny and save Iran’s people before more blood hits the ground.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) June 14, 2025