Li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Libnan û Holenda PDK-Sê salvegera damezirandina xwe vejand

Welat TV - Hewlêr 

Li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Libnan û Holenda salvegera 68an a damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hat vejandin.

Li Qamişlo, Efrîn, û Çilaxa û Girkê Legê yên gundewarê Dêrikê, salvegera 68an a damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hate vejandin.

Li bajarê Qamişlo, bi amadebûna serkirdeyên ENKS û PDK-Sê û cewamerekî berfirek damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hate vejandin

Li Efrînê, semînar li ser dîroka Partî hat pêşkêşkirin, tê de hejmarek mezin ji endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya beşdar bûn.

Li Çil Axa û Girkê Legê, hejmarek gotin hatin pêşkêşkirin, komên folklorî jî beşdar bûn û stran hatin pêşkêşkirin.

*Herêma Kurdistanê

Li kampa Kewrigoskê jî salvegera 68an a damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya hate vejandin.

Merasîm bi amadebûna hejmareke berfireh ji serkirde, endam û alîkirên PDK-S û nişteciyên Kampê û Asayîşa kampê û partiyên ENKS bi rê ve çûn.

Hejmarek gotin bi vê bûneyê hatin pêşkêşkirin û PDK-S hin endamên xwe xelatkirin, di ahenga salvegera damezirandina Partiyê de, helbest û stran jî hatin gotin.

*Holenda

Rêxistina Holenda ya PDK-Sê, salvegera 68an a damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya vejand, tê de rêzgirtin ji kesên xebatkar hatin kirin û bawernameyên rêzgirtinê li ser wan hatin dabeşkirin.

*Ahengên Hewlêr û Duhokê hatin pûçkirin

Biryara bû li her yek ji Hewlêrê û Duhokê, ahengên berfireh bi rê ve biçûna, lê ji ber girjî û şerê Israîl û Iranê aheng li dar neketin.