Hims.. Termên 11 kesan di goreke bikom de hatin dîtin

Hims.. Termên 11 kesan di goreke bikom de hatin dîtin

Wekat TV - Hewlêr

Îro 15ê Hezîran 2025an, goreke bikom li Himsê hate dîtin, piraniya wan zarok in.

Li gundê Xirbit Sewad li gundewarê Himsê goreke bikom, ku tê de 11 term jê 7 termên zarokan in, hatin dîtin.

Li gorî ajansa Sana, gora hatiye dîtin vedigere serdema komkujiya Rêjîma Esed li Gundewarê Himsê.

Piştî ketina Rêjîma Esed bi dehan goristanên bikom li seranserî Sûriyê tên dîtin, heta niha çarenivîsa bi hezaran ne diyar e. 

Hemû nûçeyên girêdayî bi goristanên bikom di vê lîkê de bibîne