Elmaniya: Em ê piştevaniya dubare avakirinê û piroseya siyasî ya giştgir li Sûriyê bikin

	Elmaniya: Em ê piştevaniya dubare avakirinê û piroseya siyasî ya giştgir li Sûriyê bikin

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Elmaniya bo Sûriyê Stefan Schneck da zanîn ku welatê wî dê piştevan be di dubare avakirinê û piroseya siyasî ya giştgir de li Sûriyê.

Schneck da zanîn ku Wezîrê Derve yê Elmaniya Yûhan Fadvol û Wezîrê Derve di Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de Ese´d El-Şeybanî li ser avakirina encûmeneke hevkariya abûrî li hev kiriye ji bo dubare avakirinê li Sûriyê.

Stefan Schneck got jî ku Fadvol di peywendiyeke telefonî de, piştevaniya welatê xwe ji destpêkeke nû re li Sûriyê piştî rakirina sizayan, nîşan daye.

Li gorî Schneck, Wezîrê Derve yê Elmaniya diyar kiriye ku divê abûriya Sûriyê ji nû ve dest pê bike û piroseya siyasî ya giştgir pêş bikeve.

 

 

Ji aliyê xwe Wezareta Derve di Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de da zanîn, ku herdu wezîran tekezî li ser hemahengî û bihêzkirina peywendiyan di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de kiriye.