Hegseth: Serok Trump li aştiyê digere û divê Îran di vê rêkê re biçe
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê berevaniyê yê Emerîka diyar kir ku wan bernameya etomî ya Îranê wêran kir û Trump li aştiyê digere.
Pete Hegseth di kongireke rojnamevanî de got ku "serok Trump got, na ji bo çekên etomî. Ew li aştiyê digere û divê Îran di vê rêkê re biçe".
Got jî: "Serkeftineke balkêş û mezin bû. Fermana ku me ji fermandarê bilind wergirt, zelal, bihêz û çir bû".
*"Hêzên Îranê û milet nehatin armanckirin"
Wezîrê berevaniyê yê Emerîka tekez kir ku wan "bernameya Etomî ya Îranê wêran kir" û divê were gotin ku "vê operasyonê hêzên Îranê yan jî miletê wê armanc nekirin".
Li gorî Hegseth, ew operasyon ne girêdayî guhertina Rêjîmê ye li Îranê:
"Serok operasyoneke wird bi rêk xist ji bo bêalîkirina gefên bernameya etomî ya Îranê li ser berjewendiyên me yên niştîmanî, û berevaniya bikom di ber hêzên me û hevpeymana me, Israîl de".
►Her weha bixwîne.. Emerîka beşdariya şerê Îranê bû: "Me 3 westgehên etomî têk birin û niha dema aştiyê ye