ENKS teqîna Şamê bi tundî şermezar dike

ENKS teqîna Şamê bi tundî şermezar dike

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS teqîna dêra Mar Ilyas a li Şamê rû daye bi tundî şermezar kir.

ENKS di daxuyaniya xwe de, got ew tawana qirêj a ku rêxistina DAIŞa terorîst li Dêra Mar Ilyas sibeha 22 Hezîranê encam daye, bi tundî şermezar dikin nexasim ku hêviyên Sûriyan bi asoyeke azadî, aştî û seqamgîriyê piştî ketina stemkariyê zêde bûn, ku di encamê de qurbaniyên bêguneh ketin û hejmarek birîndar bûn.

ENKS da zanîn ku armanckirina perestgeh û cihên olî û kuştina sivîlan, binpêkirineke berçav ji sinc û prensîpên mirovî û olî re ye, û hewlên pîs in ji bo çandina fitne û têkdana seqamgîrî û aştiya civakî di navbera gelê Sûriyê de. 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî sersaxî ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re xwest û tekez kir ku pêwîstiya rûbirûbûna terorê, bi karekî hevbeş û piştevaniyeke rasteqîne di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê heye, û hemû şêweyên nehezî û tundûtûjiyan red bikin, û kar û hewl ji bo damezradina welatekî demokrat û piralî li ser bingeha welatîbûnê ya hevseng, dadperwer û rêzgirtin li mafên Mirovan be. 

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku aramî û seqamgîrî bi rêya parastina mafên hemû Sûriyan di azadî û rûmetê û beşdariya wan di nexşandina pêşeroja Sûriyê de û damezradina welatekî li ser bingeha havpariya niştîmanî bi cî dibin.