Barrack: Em destwerdanê di şêweya hukimraniyê de li Sûriyê nakin

Barrack: Em destwerdanê di şêweya hukimraniyê de li Sûriyê nakin
Barrack: Em destwerdanê di şêweya hukimraniyê de li Sûriyê nakin

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê Tomas Barrack got ku welatê wî destwerdanê di şêweya hukimraniyê de li Sûriyê nake.

Tomas Barrack di hejmarek daxuyanî de bo kenala "El-Erebiye" diyar kir jî ku armanca wan li Sûriyê "rûbirûbûna terorê û jinavbirina DAIŞê, her weha parastina Hikûmeta Sûriyê ji grûpên bi ser Îranê ve" ye.

Li gorî şandiyê Emerîka, "divê rê ji bo rabûna Sûriyê bi rêya rakirina sizayan were dayîn" û ya ji wan re giring li Sûriyê geşepêdan û ewlehî ye.

Li aliyekî din Barrack got: "Dîrokê diyar kir ku siyaseta destwerdanê di Rojhilata Navîn de bi ser neket û Emerîka naxwaze destwerdanê bike".

►Her weha Bixwîne... Barrack: Bazirganî li hember tevlîheviyê li Sûriyê bi ser dikeve