Amnesty: Rizgarbûyên zîndana Sêdnaya rastî paşguhkirinê tên û banga dadweriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî "Amnesty" hişyarî ji zêdebûna azara kesên rizgarbûyî ji zîndana Sêdnaya û zîndanên din ên Rêjîma hilweşiyayî, da.
Bi bûneya roja cîhanî ya piştgiriya qurbaniyên êşkencedanê, Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî got, Hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber gerentîkirina mafên kesên rizgarbûyî de.
"Amnesty" diyar kir derxistina yasayan ne bes e, eger li ser erdê neyê bicîkirin û dive dadwerî bi cî bibe.
Rêxistinê, hevdîtin li gel hejmarek rizgarbûyî li şamê kirine, û diyar kir ku piraniya wan nikarin buhayê çareseriya xwe ya tenduristî dabîn bikin.
Hevdemê paşguhkirina rewşa tenduristî û deronî ya rizgarbûyan û giraniya birêveçûna rêya lêpirsîn û sizadanê, Lêbûrîna Navdewletî bang li hikûmeta Sûriyê û aliyên daner kir, ji bo bilezkirina gavên dadwerî û qerebokirinê.
Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî Amnesty hişyarî da ku eger bersiva vê bangê bi lez neyê dan, birînên Sêdnaya û zîndanên din dê vekirî bimînin.
►Nûçeyên din ên girêdayî zîndana Sêdnaya li vir bixwîne