Barrack: Rêveberiya Sûriyê danûstandinên aram li gel Israîlê dike

Barrack: Rêveberiya Sûriyê danûstandinên aram li gel Israîlê dike
Barrack: Rêveberiya Sûriyê danûstandinên aram li gel Israîlê dike

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê Tomas Barrack eşkere kir ku "Rêveberiya Sûriyê danûstandinan bi aramî li gel Israîlê dike".

Tomas Barrack di hevdîtineke televizyonî de diyar kir jî ku "ew danûstandin hemû doseyan li xwe digirin".

Li gorî gotina şandiyê Emerîka, Hikûmeta Sûriyê naxwaze bikeve di şerekî de li gel Israîlê. 

Li aliyekî din Barrack banga dayîna "derfetekê bo Rêveberiya Sûriyê ji bo çespandina rêbaza xwe ya nû" kir. 
 
Her di vê derbarê de, roja Çarşema bûrî serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' di hevdîtinekê de li gel rûspiyên Quneytira û Colanê gotibû ku danûstandinên wan yên nerasterast bi rêya navbênkarên navdewletî li gel Israîlê hene.

►Her weha Bixwîne.. El-Şeri': Danûstandinên nerasterast di nabvbera me û Israîlê de hene