Tomas Barrack serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel Mesrûr Barzanî dicive

Tomas Barrack serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel Mesrûr Barzanî dicive

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet ê serokê Emerîka bo Sûriyê, Tomas Barrack serdana Herêma Kurdistanê dike.

Rojnameya AL-Monitor ragihand ku di rojên bê de, Barrack serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.

*Rewşa Rojavayê Kurdistanê

AL-Monitor diyar kir ku di civînê de, Rewş û pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj dikin.

*Peywendiyeke telefonî encam dabûn

Rojnameya AL-Monitor tekez kir ku di 9 Hezîranê de Şandiyê taybet ê serokê Emerîka bo Sûriyê, Tomas Barrack û serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî encam dabûn, tê de behsa serdanê kiribûn.

Rojnameya AL-Monitor da zanîn ku di çarçoveya serdana xwe de dibe ku li gel, fermandarê HSD Mezlûm Ebdî jî bicive, tê de pêşhateyên dawiyê û hemahengiyan hevbeş gotûbê dikin.