Termê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Şamê hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî çend rojan ji wendabûnê termê wî li Şamê hat dîtin.
Jêderên xwecihî li ser zarê malbatê da zanîn, termê Welîd Mihemed Bavê Hesen, duh 6 Tîrmehê hat dîtin, ji malbatê re hat radestkirin.
Welîd Mihemed 57 salî bû, weke ajokar kar dikir, ji Îna bûrî ve wenda bûbû û li devera Heresta peywendî pê re hatibûn birîn.
Heta niha hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê tu daxuyanî li ser tawanê nedane.
Biryar e îro termê Welîd Mihemed ji bo gundê Sîhe yê gundewarê Qamişlo were veguhestin û li wir bi xakê were spartin.