Şirovekarê Siyasî Ebdulrehîm Elî: Çûna şanda siyasî ya "Rêveberiya Xweser" bo Şamê şaşîtî ye
Welat TV - Hewlêr
Şirovekarê Siyasî, Ebdulrehîm Elî got: Çûna şanda siyasî ya "Rêveberiya Xweser" bo Şamê şaşîtî ye ji ber ku gotûbêjkirina mijarên siyasî erkê şanda Kurdî ya hevbeş e.
Xeleka duh a programa Rojeva Welat li jêr navnîşan Şanda HSD li Şamê çi dike û rola şanda Kurdî li ku derê ma? bû, heryek ji Şirovekarê Siyasî, Ebdulrehîm Elî ji Qamişlo û nûnerê MSD li Elmanya Rizgar Qasim beşdar bûn.
*"Şanda Kurdî nûnerê gelê Kurd e"
Ebdulrehîm Elî diyar kir, "Çûna şanda rêveberiyê û gotûbêjkirina mijarên siyasî zîvrandinek bû ji şanda Kurdî ya hevbeş re û diviyabû şanda Kurdî ya hevbeş li şûna wê şanda siyasî ba, ji ber ku tenê şanda Kurdî nûnerê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye".
Derbarê sedemên derengketina çûna şanda Kurdî ya ku ji Konfiransa Yekrêzê û Yekhelwesta Kurdî derketiye, bo Şamê, Şirovekarê Siyasî, Ebdulrehîm Elî da zanîn, "Şamê biryar daye pêşwaziyê li şandên siyasî û partiyan neke, lê HSD dikarî weke merc li ser Şamê danîba û şanda Kurdî ya hevbeş biçûya Şamê û derfet ji dest nediçû".
Nûnerê MSDê Rizgar Qasim da zanîn "Şandên ku li Şamê leşkerî û siyasî ne, û Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyê li hev civiyan, her weha şandiyên Emerîkî û Fransî jî amade bû tê de bicîkirina xalên rêkeftina 10 Adarê hatin gotûbêjkirin".
*"Daxwaza me nenavendî ye"
Qasim da xuyakrin "Em ji daxwaza nenavendiyê nayên xwar û gotûbêjkirina mafên gelê Kurd erkê şanda Kurdî ye, di nerîna min de dem dereng neketiye, di dema guncaw de şanda Kurdî dê berê xwe bide Şamê".
*"Hêvî di şanda Kurdî de ne"
Şirovekarê Siyasî, Ebdulrehîm Elî û nûnerê MSD li Elmanya Rizgar Qasim tekezî li ser wê yekê kir ku hêviya gelê Kurd di şand Kurdî ya hevbeş de ye.