PKK dest bi danîna çekan dike

PKK dest bi danîna çekan dike
PKK dest bi danîna çekan dike

Welat TV - Hewlêr

Îro merasîmên çekdanîna PKKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dest pê kir.

Proseya çekdanînê dê ser çend qonaxan be û di merasîmên îro de weke gaveke sembolîk hejmarek endamên PKK çakan dideynin. Tê pêşbînkirin ku di heyama çend mehan de proseya kişandina çekan bi temamî bi dawî were.

Li gorî zaniyariyan, li gel partiyên siyasî yê Bakurê Kurdistanê, hejmarek aliyên siyasî ji Herêma Kurdistanê, di nav de Partiya Demokrata Kurdistanê "PDK" û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê "YNK", her weha şandeke Hikûmeta Iraqê ji bo beşdariyê di merasîman de, hatine vexwendin.

*Nameya Ocelan

Roja Çarşemê serokê PKK Ebdula Ocelan nameyek belav kiribû û gotibû ku Kongira 12emîn a PKK bi erênî bersiva banga wî da.

Got jî: "PKK dest ji armanca avakirina dewleta netewî berda, bi vê yekê jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye".