Barrack: Em ne deyndarê HSD ne ji bo avakirina hikûmeteke serbixwe

Barrack: Em ne deyndarê HSD ne ji bo avakirina hikûmeteke serbixwe
Barrack: Em ne deyndarê HSD ne ji bo avakirina hikûmeteke serbixwe

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tomas Barrack red kir ku welatê wî li dijî fedraliyê be û got "Hikûmeta Sûriyê helwest daye ku nabe fedralî li Sûriyê hebe".

Barrack ev yek di kongireke rojnamevanî de li "Navenda Rojnamevaniya Biyanî" li New Yorkê diyar kir.

Di derbarê HSD de, li gorî gotina Şandiyê Emerîka ew ne deyndarê HSD ne ku "hikûmeteke serbixwe di hindirê dewleta Sûriyê de ava bikin", lê ew deyndarê wê yekê ne ku rê ji bo "derbasbûnê di nava hikûmeteke Sûrî ya yekbûyî de" xweş bikin.

Tomas Barrack got jî ku berpirsayetiya Emerîka beramberî HSD heye, "lê eger bi zanbûn kar neke, dê elternatîveke din hebe".