Serokatiya Rûhî ya Durziyan banga vekşandina hêzên hikûmî ji Swêdayê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokatiya Rûhî ya Durziyan banga vekşandina hemû hêzên Hikûmeta Sûrî ji tevaya deverên Swêdayê kir û demjmêr 6ê êvarê ji bo bihevguhertina dîlan destnîşan kir.
Serokatiya Rûhî ya Durziyan di daxuyaniyekê got, ew dixwazin hemû hêzên leşkerî, ewlekarî û milêsên ser bi hikûmeta Şamê ve, ji tevaya parêzgeha Swêdayê vekişin.
Herweha daxwaz kir ku, xizmetguzariyên entirnêt û pêwendiyan werin vegerandin, da ku welatî karibin pêwendyê bi hev re bikin.
Serokatiya Rûhî got jî, demjimêr 6ê êvara îro li meydana gundê Um El – Zeytûn dîl bihev tên guhertin û daxwaza aramî û hemahingiyê ji welatiyên Swêdayê kir, bi amanca serkeftina vê piroseyê.