Barrack: Divê hikûmeta nû ya Sûriyê giştgir be
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê got, divê hikûmeta nû ya Sûriyê giştgir be, û hişiyariyê ji sînariyoyên karesatbar da.
Tomas Barrack di daxuyaniyekê di ji ajansa Reuters got, guhertinîn bilez neyên encamdan, eger heye Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ piştevanî û hêza ku ew gihandiye desthilatê, ji dest bide.
û tekez kir, divê hikûmeta nû rêbazeke giştgir li xwe bigire, û taybet aliyê girêdayî tevlîkirina kêmîneyan di nava dezgehên dewletê de.
"Hêzên hikûmî binpêkirin encam nedane"
Derbarê encamdana hêzên hikûmî ji binpêkirinan re li Siwêdayê, li gorî gotina Barrak, ew hêzên hikûmî ne li Siwêdayê ne ji ber ku wan rêkeftin li gel Israîlê kiriye ku derbasî Siwêdayê nebin, eger heye çekdarên DAIŞê cilûbergên hêzên hikûmî li xwe kiribin û binpêkirin encam dabin.
Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê dilgiraniya xwe ji zêdebûna metirsiyan li Sûriyê diyar kir û hişiyarî ji çêbûna sînariyoyên karesatbar wek Lîbiya û Efxanistanê da.