ENKS bang li Hikûmetê dike ji bo diyalogeke cidî li gel Şanda Kurdî encam bide
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ji bo encamdana diyalogeke cidî li gel Şanda Kurdî ya hevbeş.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de tekez kir, veguhestina siyasî ya giştgir rêya tekane ye, ji bo gerentîkirina hevpariyeke rasteqîne, di çarçoveya dewleteke demokratî û nenavendî de.
*Diyaloga niştîmanî ya giştgir
ENKS got jî, diyaloga niştîmanî ya giştgir rêya tekane ye, ji bo gerentîkirina hevpariyeke rasteqîne di navbera tevaya pêkhateyên Sûriyê de.
ENKS, di daxuyaniya xwe de bang li Rêveberiya veguhêz a Sûriyê dike, da ku derbasî diyalogeke cidî û berpirsane bibe li gel Şanda Kurdî ya Hevbeş.
*ENKS tometên dabeşkirinê red dike
Derbarê tometên girêdana miletê Kurd bi ecindeyên dabeşkirin û cudabûnê ve, ENKS tekez kir ev yek berdewamiya hişmendiya dûrxistin û tometan a rêjîma hilweşyayî ye.
*Destûrek danpêdanê bi mafên Kurdan bike
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxwaz kir jî destûra Sûrî ya nû xalên xuya yê danpêdanê bi mafên netewî yên miletê Kurd li xwe bigire.