Girê Spî.. Zarokê ku ketibû bîrekê hate rizgarkirin

Girê Spî.. Zarokê ku ketibû bîrekê hate rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

Zarokekî 4 salî ku li gundewarê Girê Spî ket bîrekê, piştî 14 demjimêran hate derxistin rizgarkirin.

Zarokê bi navê Elî Salih Ebdî li gundê Koremaz ê gundewarê Girê Spî ji duh 6 Tebaxa 2025an ve, ketibû bîreke bi kûrahiya 50 metrî.

Li gorî tîmên berevaniya sivl piştî nêzîkî 14 demjimêran ji hewlên rizgarkirinê, Elî Salih Ebdî îro danê sbehê hate rizgarkirin.