Barrack: Pêşeroja Sûriyaya pêşketî û ewleh di destê Sûriyan de ye

Barrack: Pêşeroja Sûriyaya pêşketî û ewleh di destê Sûriyan de ye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê got, pêşeroja Sûriyaya pêşketî û ewleh di destê Sûriyan û hevparên wan ên herêmî de ye.

Tomas Barrack duh 6ê Tebaxa 2025an, beşdariya di merasîmên îmzekirina bîrnameyên levtêgihiştinê yên weberhênanê di navbera Hikûmeta Sûriyê û hejmarek kompaniyên Navdewletî de, bû.

*Bingehên ewlehî û aramiyê 

Barrack ragihand, divê rêya çareserbûnê ji gavên damezrîner, berev avakirina bingehên ewlehî û aramiyê dest pê bike, pişt re sîstemên hukmraniyê werin pêşxistin û di dawiyê de jî geşbûna abûrî û pêşketin dê pêk werin.

Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê diyar kir, pêşeroja Sûriyaya pêşketî û ewleh di destê Sûriyan de ye.

*Bîrnameyên levtêgihiştinê

Hikûmeta Sûriyê bîrnameyên levtêgihiştinê yên weberhênanê li gel hejmarek kompaniyên Navdewletî îmze kirin,nû bi gujmê 14 milyar dolarên Emerîkî çendîn proje ragihandin.

Serokê Komîta Weberhênanê ya Sûrî Telal El-Hilalî, 12 projeyên stratejî bi gujmê 14 milyar dolarên Emerîkî ragihandin. Ji wan pirojeyan, Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî bi weberhênana 4 milyar dolar e, Metroya Şamê bi 2 milyaran, û pirojeyên avakirina 2 burcan bi weberhênana 2 milyar û nîv dolarên Emerîkî ye.