Hêla Kerkûk - Banyas mijar bû.. Sûriyê û Iraqê hevkariya di karta enerjiyê de gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Sûriyê û Iraqê hevkariya di karta enerjiyê de û dubare nirxandina rewşa hêla veguhestina petrolê di navbera Kerkûk û Banyasê de, gotûbêj kir.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê Mihemed El-Beşîr û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê Heyan Ebdulxenî li Bexdayê çawaniya bihêzkirina hevkariyê di navbera herdu welatan de, gotûbêj kir.
El-Beşîr di civînê de got ku Sûriyê mehane derdora 3 milyon bermîl ji petrolê hawerde dike û tekezî li ser giringiya girêdanan hêlên petrolê di navbera Sûriyê û Iraqê de ji bo bihêzkirina hevkariya abûrî, kir.
*Hêla Kerkû - Banyas a petrol ji mijarên civînê bû
Mihemed El-Beşîr diyar kir ku pêwîstiya hêla veguhestina petrolê di navbera Kerkûk û Banyasê de bi dubare nirxandinê heye.
Ji aliyê xwe ve, Heyan Ebdulxenî da zanîn ku welatê wî dixwaze hêla di navbera Kerkûk û Baniyasê de careke din bixe kar, eger bi rêya encamdana çaksaziyan di hêla kevin de be yan avakirina hêleke nû be.
Her weha herdu aliyan li ser destnîşankirina tîmên teknîkî û şêwirî li hev kir, ji bo nerxandina hêla navbûrî.
Di Nîsana bûrî de , Iraqê şandeke bilind şandibû Sûriyê ji bo vejandina hêla veguhestina petrolê di navbera Kerkûk û Banyasê de. Ev hêl di sala 1952an de hatiye dirustkirin, bi dirêjahiya 800 kîlomtran e û rojane 300 hezar bermîl petrol tê de dihate şandin.