Jêdereke xwecihî: Ewlehiya giştî gule berda ciwanekî li Til Eranê

Jêdereke xwecihî: Ewlehiya giştî gule berda ciwanekî li Til Eranê

Welat TV - Hewlêr

Welatiyekî bajarokê Til Eranê bi guleya ewlehiya giştî ya hikûmeta Sûrî birîndar bû.

Jêderekê ji kesûkarên ciwanê bi navê Egîd Beşar ji Welat Tv re got ku grûpeke ewlehiya giştî bi tundî li wî daye û guleyek berda lingê wî.

Jêderê diyar kir ku piştî wergirtina çareseriya pizîşkî niha rewşa wî aram e.

Li gorî jêderê, ew ciwan sivîl e û kar li ser dukana xwe ya kelûpelan li Til Eranê dike.

Egîd beriya demekê ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû bajarê xwe lê her dem û demekê ji aliyê wê grûpê ve rastî gefan dihat.