Siûdiyê: Em bangên parçekirina Sûriyê red dikin

Siûdiyê: Em bangên parçekirina Sûriyê red dikin

Welat TV - Hewlêr

Siûdiyê ragihand ku ew bangên parçekirina Sûriyê red dikin û bnga diyalogê di navbera pêkhateyan de kir.

Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de got ku ew destwerdanên Israîlê di karûbarên Sûriyê de şermezar dikin.

Daxuyaniyê da zanîn ku Siûdiyê piştevaniiya hikûmeta Sûrî di rêkarên bicîkirina aramiyê de dike û bangên parçekirinê red dike.

Siûdiyê bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku rêya diyalogê hilbijêrin ji bo avakirina Sûriya nû.

Her weha bang li civaka navdewletî kir ku li kêlek Sûriyê raweste ji bo bicîkirina aramiyê û serweriya li ser tevaya xaka Sûriyê û got: ”Divê civaka navdewletî bi awayekî cidî li pêş binpêkirinên Israîlê li Sûriyê raweste”.