Israîlê du êrîş li gundewarê Şamê encam dan "4 endam hatin kuştin"
Welat TV - Hewlêr
Israîlê du êrîş li gundewarê Şama paytexta Sûriyê encam dan tê de, 4 endamên hêzeke hikûmeta Sûriyê hatin kuştin yek ji wan fermandar e.
Rewanegaha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro 26ê Tebaxa 2025an, Israîlê baregeheke leşkerî li Kiswê armanc kir, û ya duyem, kesên dixwestin bi hawara wan ve biçin armanc kirin.
Rewangehê da zanîn, di encama herdu êrîşan de, 4 endamên baregeha firqeya 44 ku bi navê Lîwa Ebû Bekir El-Sidîq tê naskirin, hatin kuştin, her weha 4 kesên din birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî behsa êrîşeke din kir û diyar kir, di encama êrîşên Israîlê de li gundê Tirincê yê parêzgeha Quneytira ciwanekî jiyana xwe ji dest da, heta niha sedemên êrîşê û armanckirinê wî ciwanî ne diyar in.
*95 êrîş
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî, ji destpêka salê ve, Israîlê, 95 êrîş li Sûriyê encam dane, jê 85 esmanî ne û 10 bejayî ne, di encamê de 134 cih û baregeh hatin armanckirin.