Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî banga dadmendiyê bo wendabûyên Sûriyê dike

Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî banga dadmendiyê bo wendabûyên Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî daxwazê ji Hikûmeta veguhêz a Sûriyê dike ku rastiyê eşkere bike û dadmendiyê ji bo wendabûyan pêk bîne.

Bi bûneya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî, Lêbûrîna Navdewletî raportek bi navê ”Rastî hîn veşartî ye” belav kir. 

Rêxistinê behsa hewlên malbatên wendabûyan li Sûriyê ji bo dadmendiyê kiriye, û çawa di dema hilweşandina Rêjîma Esed de berê xwe dan zîndanan, navendên girtinê û gorên bikom, da ku çarenivîsa wendabûyan nas bikin.

*Divê serxwebûna Komîta Wendabûyan were gerentîkirin

Li gorî, Cîgira Rêvebira Nivîsgeha Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqia Krîstîn Bîkrlî, divê hikûmeta Sûrî weke doseyeke sereke serederiyê li gel daxwaza rastî û dadwerî bo wendabûyan bike, her weha amaje bi avakirina Hikûmeta Sûriyê ji Komîta Wendabûyan re kir û got: ”Divê serxwebûna wê were gerentîkirin”.

*100 hezar wendabûyî ji 2011 - 2024an

Li gorî amarên Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî, bêtirî 100 hezar kesî di navbera salên 2011 û 2024 de li Sûriyê wenda bûnê, piraniya wan li ser destê Rêjîma Esed.

Li aliyekî din Rêxistin, dide zanîn ku metirsiya malbatên wendabûyan li Sûriyê ji rizgarbûna tawanbaran ji sizadanê û ku lêgerîn li wendabûyan ne giştgir be, azarên wan zêde dike û wan bêhêvî dike.

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî di dawiyê de hejmarek rasparde bo Hikûmeta Sûriyê pêşkêş kirin, ji wan, gerentîkirina qerebûkirina tevaya qurbanî û malbatên wan û dubarenebûna binpêkirinan, her weha dest bi proseyeke giştgir li ser asta niştîmanî ji bo lêgerînê li tevaya wendabûyên ser destên hemû aliyan were kirin, û rê ji bo çavdêrên serbixwe were dan da ku bigihin tomarên tevaya zîndan û girtîgehan.