Israîl derbasî 4 gundên Başûrê Sûriyê dibe

Israîl derbasî 4 gundên Başûrê Sûriyê dibe

Welat TV - Hewlêr

Hêzeke Israîlê derbasî 4 gundan li gundewarê Quneytirayê bû, û hilmetên pişkinînê encam dan.

Jêderên xwecihî îro 13ê Êlûna 2025an, da zanîn, 6 otombîlên leşkerî yên Israîlê derbasî heryek ji gundên Bîr Ecem, Birêqa, Kodena û Terîq El-Hor li gundewarê Quneytirayê bûn û pişkinîn di nava malan de encam dan.

Beriya 2 rojan jî hêzeke Îsraîlê bi hejmarek otombîlên leşkerî derbasî gundê Abdîn li devera Hewd El-Yermûk li gundewarê Der´ayê bû û hilemteke pişkinînê encam da, tê de kesek û kurê wî girtin pişt re ew herdu serbest berdan.

*Êrîşên Israîlê

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan di 9 mehê de eşkere kir, balafirên Israîlê ketîbeya hêzên esmanî li Başûrê Rojhilatê Himsê bombebaran kir, her weha Artêşa Israîlê du caran êrîşî bingeheke leşkerî li devera Siqobîn li Laziqiyê kir.

*Sûriyê şermezar dike

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de êrîşên Israîlê şermezar kirin û ragihand, êrîşên ku hatine kirin yasaya navdewletî û Neteweyên Yekgirtî binpê dikin.