Ciwanekî Kurd piştî 9 mehan ji girtinê hat serbestberdan

Ciwanekî Kurd piştî 9 mehan ji girtinê hat serbestberdan

Welat TV - Hewlêr 

Piştî zêdetirî 9 mehan ji girtinê li devera Şehbayê, ciwanekî Kurd hat serbestberdan.

Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got: Ciwanê Kurd Cînar Mihemed Kêlo, 2yê Berçileya 2024an li devera Şehbayê ji aliyê "Hêza Hevbeş" ku ji "Emşat û Hemzat" pêk tê û niha tevlî Hikûmeta Şamê bûne, hatibû girtin.

Jêderê diyar kir, piştî zêdetirî 9 mehan, 17 Êlûnê hat serbestberdan û gihişt gundê xwe.

Ciwanê Kurd, ji gundê Erendê ye lê li gundê Sûrkê yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê niştecî ye.

*Du Kurd li heman cihî hatibûn girtin 

13 Êlûnê her yek ji, Mihemed Mustefa Hembaşo yê 60 salî û Cefer Ibrahîm Yetîm ê 55 salî, ji şêniyên navçeya Mabeta ya Efrîna ne, hatibûn serbestberdan. Ew jî Ji 2yê Berçileya 2024an ve ji aliyê heman çekdaran ve li devera Şehbayê, hatibûn girtin, û di zîndan Cerablus a gundewarê Helebê de bûn.

*400 girtî

Di dawîn daxuyaniya xwe de, serokê xwecihiya ENKS li Efrînê, Ehmed Hesen ji Welat TV re gotibû, ku heta niha 350-400 girtiyên Kurd di zîndanên çekdarên "Artêşa Niştîmanî" de ne, û tenê zîndanên Efrînê nehatine spîkirin.