Termê Pêşmergeyekî Leşkerê Roj li gundewarê Çil Axa bi xakê hate spartin

Termê Pêşmergeyekî Leşkerê Roj li gundewarê Çil Axa bi xakê hate spartin

Welat TV - Hewlêr

Bi beşdariyeke befireh, termê Pêşmergeyekî Leşkerê Roj li warê wî li gundewarê Çil axa li Rojavayê Kurdidtanê bi xakê hate spartin.

Pêşmerge Rodî Fêsel Qasim bi sedema nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da. Îro 20ê Êlûna 2025an, termê wî bi rêya dergehê Pêşabûr - Sêmalka bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhestin.

Bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh û amadebûna serkirdayetiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS, Partiyên siyasî û rûspiyên deverê, termê pêşmergeyê Leşkerê Roj Rodî Qasim li gundê Ereb Şah bi merasîmekê bi xakê hate spartin.

Rêxistina Roja ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragihand ku, Pêşmerge Rodî Qasim erkê xwe yê leşkerî di nava Fewca 8an, ya hêzên Leşkerê Roj de dikir, û ji demekê dirêj ve bi nexweşkiyekê ketibû, û ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.